Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Trump  ji bo ‘lihevkirineke watedar’ 10 roj dem da Îranê

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku divê di navbera Washington û Tehran de “Lihevkirineke watedar” çêbibe û ji bo vê 10 roj dem da Îranê.

Serokê DYE’yê Donald Trump roja Pêncşemê di civîna Konseya Aştiyê ya li Washington DC de axivî û gefên li dijî Îranê dubare kir û diyar kir ku ji bo Tehran bi Washingtonê re li hev bike 10 rojên wê hene. Trump anî ziman ku berovajî vê yekê wê êrîşên leşkerî li ser maseyê bin.

Trump anî ziman ku par êrîşên hevbeş ên Îsraîl û DYE’yê yên li dijî Îranê rê li ber agirbesta Xezeyê vekir û îdia kir ku li dijî êrîşên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê dikare lihevkirina aştiya Rojhilata Navîn a navbera welatên herêmê asteng bike û got, “Dibe ku hewce bike em gavek din bi pêş ve bavêjin, dibe ku em nekin. Dibe ku em bigihîjin lihevkirinekê. Ev wê di 10 rojên pêş de diyar bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku muzakereyên Cenevreyê “erênî pêşketiye” û ew "li ser hin rêgezan li hev kirine”. Tehran diyar kir ku armanca wan ne bidestxistina çekên nukleerî ye, ew ê dewlemendkirina uranyûmê sînordar bike û çavdêriya navneteweyî qebûl bike.

Lê DYE’yê hebûna xwe ya leşkerî li Kendavê zêde dike. Her çendî rêveberiya Washingtonê dixwaze hemû xebatên dewlemendkirina uranyûmê û cebilxaneyên fuzeyan ên Îranê bê sînordarkirin jî, rayedarên Îranî red kirine ku ev mijar nayê muzakerekirin.